Ev şer şerê bedewbûnêye
Necibe Qeredaxi
- 24.12. 2014
Rojhilata
Navîn, êdî tê gohartin, ji ber kû jinên Kurd bi dehan sal in li ser alîyên wî a
xweşik kû bin enqazên qirêjîya netew-dewletê hatine veşartin û nayen dîtin, di
qûncikên dîrokê de hatine berteref kirin, di dîroka niviskî de bi ti rengî qala
wan nehatîye kirin; niha serî hildane û şer dikin. Jinên Kurd şerê delalî,
pîrozî nirxên civakî dikin, lewma jinên Kurd, bedewên dîrokê ne.
Peyva Birêz Ocalan “yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin, yên
bedew dibin tê hezkirin” wateya xwe di jinên Kurd de dibîne. Ev
peyv, herî zêde di şerê azadiyê de bi bandor bûye. Jin fêrbûn ku
paqijkirina peyvên siyasi, jiyan , hezkirin, eşq û heqîqet pir zêde hatîye
qirêjkirin. Paqijkirina van kirêtiyan, têkoşîneke dastanî dixwazê, lewma
dîroka 36 salên têkoşîna azadîya gelê Kurd, tije dastanên lehengîyê û
cengaweriyê ne. Kî heye ku dastana efsaneyî a Bêrîtan ne bihîstî be, yên temenê
wan nîvî 36 sal jî nîne, îro li ser dika dîrokê lehengîyên keç û xortên Kurdan
li Kobanê dibînin û fam dikin kû ev dîroka 36 salan, çiqasî bi ked û
têkoşîna bê navber hatîye bedew kirin. Têkoşîna jinên, wê dûnya û axîretê
li Dagîrkerên Kurdistanê, herî dawî jî li “DAIŞ”ê bike dojeh. Ji xwe çete
dibêjin, dema ew bi destê jinekê werin kuştin wê biçin dojehê ? Ev rastî
hêza efsaneyî a jina Kurd nîşan dide. Jina Kurd hêza xwe ji kurahîya dîrokê
digire.
Niha di
rastîya Rojhilata Navîn de azadî her diçe rengê xwe ya rast, ji guleyên
çekên jinên Kurd distîne. Êrişa herî mezin a DAÎŞê û
fînanskar û pewerdekarê wan bi taybet jî Tirkiye, ne tenê li hermber
Kurdan, li hember nasnameya azadî û nirxên mirovahiyê ye. Jinên Kurd û
Tevgera Azadiyê jî, pêşengîya parastina van nirx û pîroziyan dike. Lewma
cîhan li dora xwe civandîye. Erişa wan bi sedema modeleke kû li Rojava
hatîye damezirandin e. Ji bo wê jî DAÎŞê kirine maşeya xwe û dixwazin vê modela
îînsnaî û demokrtaîk têk bibin ketina nava hewldanan. Ji bo ku DAÎŞê li
ser pêyan bigirin, çi ji destê wan werê diken.
Ne xwe li
welatêkî weke Tirkiye kû Serok Komarê wê destê xwe dixe nava nivîna razana
malbetê û ji bo wan biryar li ser hejmara zarokan jî dide, jin û
mêr berovajî fitretê dibînê, bêguman rê nade ku sîstenmeke dmeokrtaîk, însanî
li Rojava ava bibe û bibe cîranê wan. Ew temsîlkarên sistema
rizîyayî ne, çeteyên DAIŞê jî maşeyên wan e. Welatên wek Îranê kû
tecawizkar tên xelat kirin û yên kû tên tecawiz kirin, bi dardekirinê tên
cezakirin dixwazin. Me di mînaka Reyhane Cebbarî de ev rastî dît.
Çewa dengê xwe li hemberê êrişên ewqasî hovane li ser Kobanê derdixe kû cîhan
li ber qehremenîya Jinan matmayî maye, çewa grûbên terorîst yên bi navê Îsalmê,
her roj serê mirovan jê dikin, êriş neken kû dema dibînin tevahî berovajî
zihnîyeta hov, Kantonên Rojava zagonên demokratîk erê dikinn û jîyana civakê û
azadîya giştî û taybet a ferd û civakê bi taybet jinan, bi zagonan
misoger dikin.
Radikal,
peyveke hem dikarê nerênî hem jî erênî werê bikaranîn e. Jinên Kurd li hember
rêxistinên kû bi hemû watayên xwe terorê dikin, şerêkî radîkal birêve
dibin. Mîna rojnamewan Tara Brown di dokumentera “statûya jinên
şervan de ” dibêjê ” jinan ti cêh nadin hisê xwe, di şer de ji ber kû dema wan
nekujin, wê ew werin jnan kole bikin, bifiroşin, bigirinû tecawûz bikin “. Ev
şerê radîkal, li hember terora radîlal de, mercên paqijkirina Rojhilata Navîn û
serkeftina hêza jinê ye, ji bo paşerojeke demokratîk, azad û bi edalet.
Ev şer,
şerê Jinên Rojhilata Navîn teva ye û di şexsê AKPê de li hemberî hemû coreyên
mîtingerîyê ye; ev zihniyet bi rengê xwe ya piştgirîya çeteyan û bi zihinyeta
xwe ya desthilatdarî û bi kanunan dixwazê jinan bifetisînê, lê piştî şerên
şoreşgerane a jinan çerxa dîrokê paşda naçe. Her guleyek ji çekên jinan
derdikeve li zihinîyeta serdestan dikeve. Ev şer şerê paqijkirina Rojhilata
Navîn û Kurdistanê ye, ji hemû cureyên qirêj û kirêt e. Jinên Şingalê jî
weke destpêkê jî bi êşa bê rêxistinbûnê famkirin ji bo wî jî di karwana
bedewbûnê de derdikevin ser dika dîrokê û her roj pêl bi pêl, di vî karwanê de
cih digirin.
Ne tesadûfe
kû jinên Efganistanê, hem le meydanan, hem jî di qada serbazî de li dijî
terorê dixwazin bibin xwedî inîsîyatif. Îlhama kû, şer kirin mirov azad
dike gehişte jinên Efganistanê jî. Şer li her derekê li meydana
siyasetê, şer bi çek li hemberî kevneperestî û dagirkeran e. Ev şerê bedewiyê
ye û şerê li hember xwe û cesaret girtin û şikandina dîwarên tirs û
guman, jinan bi şer û têkoşînê hem jîyana xwe û hem civakê bedew dikin.
No comments:
Post a Comment